PeyamaKurd - Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Desteya Emîndariyê ya Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê (AUK) Mesrûr Barzanî, ahenga derçûna xula heftemîn a xwendekarên li bajarê Dihokê tê lidarxistin.
Di vê xulê de 122 xwendekar ku piraniya wan zarok û kesûkarên şehîdan in û bi awayekî bêberamber xwendine, bawernameyên xwe werdigirin.
Beriya destpêkirina ahengê, dê avahiya nû ya xwendekarên kur ku ji 6 qatan pêk tê û dikare 200 xwendekaran bihewîne, bê vekirin.
Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ku di sala 2014an de bi destpêşxeriya Mesrûr Barzanî hatiye damezrandin, bi pêşkêşkirina pergaleke xwendinê ya li gorî pîvanên navdewletî û dayîna bursên taybet ji bo kesûkarên şehîdan roleke girîng di warê perwerde û pêşxistina şiyanên herêmê de dilîze.