PeyamaKurd – Hat ragihandin ku embareke çek û cebilxaneyan a nêzîkî navenda Neteweyên Yekbûyî teqiya.
Rojnemaya El-Mersd a Lîbyayê ragihandiye ku îro Duşemê li paytexta Lîbyayê embareke cebilxaneyê teqiyaye ku di encamê de ziyanên madî çêbûne.
Hat diyarkirin ku teqîn li herêma Sidi Abdel Celîl a girêdayî şaredariya Janzour di embara cebilxaneya girêdayî komên çekdar a nêzî navenda şande Neteweyên Yekbûyî (NY) pêk hat.
Li gorî hinek çavkaniya dibe ku sedema teqînê bilindbûna pileya germê be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin