PeyamaKurd – Piştî daxuyaniya Kremlînê ku diyar kiribû, ew nizanin Serokê Wagnerê Yevgeniy Prîgojîn li ku derê ye, Serokê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko bi daxuyaniyekê ragihand ku Prîgojîn gihîştiye Belarûsê.
Lukaşenko da xuyakirin ku Progojîn li gorî lihevkirina ligel Moskowê gihîştiye Belarûsê û got: "Wekî ku doh Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn soz daye, garantiyên ewlehiyê hatin dabînkirin. Belê ew bixwe li Belarûsê ye. Wekî ku min soz daye, min got, ger bixwazî demekê bimînî ez ê alîkariya te bikim.”
Herwiha Lukaşenko diyar kir ku dê mesrefên Progojîn ên dema li Belarûsê be, ji aliyê Wagnerê ve bên dabînkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin