Lûtkeya Ewropî li Parîsê: Plana mîsyona navneteweyî ji bo Hurmuzê

Lûtkeya Ewropî li Parîsê: Plana mîsyona navneteweyî ji bo Hurmuzê

PeyamaKurd - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, îro li Parîsê mazûvaniya lûtkeyeke krîtîk dike ku tê de Şanselyeyê Almanyayê Friedrich Merz, Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer û Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni dicivin. Armanca vê civînê nirxandina avakirina mîsyoneke navneteweyî ye da ku ewlehiya deryavaniyê li Tengava Hurmuzê were dabînkirin. Her wiha nûnerên nêzî 40 welatên ji herêmên cuda yên cîhanê jî bi rêya online beşdarî lûtkeyê dibin. Balkêş e ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ne di nav vê mîsyonê de ye û ne jî beşdarî konferansê dibe.

 

Rêveberiya Parîsê û hevkarên wê yên Ewropî, misogerkirina ewlehiya vê tengava stratejîk wekî "karekî lezgîn" pênase dikin da ku hevsengiya aboriya global neyê xerakirin. Li gorî plana ku Fransa û Brîtanyayê amade kiriye, mîsyon dê tenê bi armanca parastinê be û piştî bidawîbûna şer dê dest bi kar bike. Di nav wezîfeyên sereke yên vê hêzê de paqijkirina mayinan û hêsankirina trafîka keştiyên bazirganiyê hene. Rayedarên Fransayê tekez dikin ku ev koalîsyon dê ji welatên ne alîgirê şer re vekirî be û tevî ku koordînasyona bi DYA’yê re pêkan be jî, ew naxwazin koalîsyoneke yekser bi Washingtonê re ava bikin.