PeyamaKurd- Di serê nîsanê de dema ku Amerîka bi hevkarên xwe bi Fransa û Brîtanya re operasyon kirin ser Sûriyê, fuzeyeka Amerîkayê neteqiya û ket destê Rûsyayê. Fuzeya Amerîkayê ji fuzeyên biha û bi bandor ‘Tomahawak’ e.
Mirovên teknîkî yên wezareta bergiriyê ya Rûsyayê, bi taybetî yên leşkerî wê niha li ser fuzeyê lêkolînê bikin û sîstema parastina wê fêm bikin. Li gor nûçe ya Sputnikê wê fuzeyê weka “kêvrûşka ceribandinê”bikarbînin. Eger tenê karibin wê îmha bikin, wê hemû sirrên wê derên ortê.
An eger karibin fêm bikin bê şifre an kodên hedefê çine, wê fêm bikin bê çima neteqiya ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin