PeyamaKurd – Li Iraqê krîza di navbera hukumetê û Haşdî Şabî de her diçe kûrtir dibe. Îro li Kerbelayê 4 rêvebirên Haşdî Şabiyê xistin binçav. Di rojên borî de fermandarê operasyonan yê Anbarê yê Haşdî Şabiyê Qasim Muxlis hatibû girtin û îro li Kerbelayê Hasan Mîsbah û 3 rêvebirên Haşdî Şabiye hatin desteserkirin.
Qasim Muxlis bi sedema kiryarên terorê hatibû girtin. Tê gotin ku Qasim Muxlis bi sedema li Kerbelayê aktîvîstên sîvîl kuştiye û destê wî di êrîşên avêtina roketan yên ser baregeha Eyn el-Esedê de heye ku leşkerên Amerîkayê lê dimînin.
Tevî xwepêşandan û kiryarên li dijî hukumetê serokwezîr Mustafa Kazimî bi paşde gav navêje.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin