Wezîrê Iraqê: Êrîskarekî Balyozxaneya Amerîka hat girtin

Wezîrê Iraqê: Êrîskarekî Balyozxaneya Amerîka hat girtin

PeyamaKurd - Wezîrê navxwe yê Iraqê Osman Xanimî ragihand ku yek ji wan kesên du roj berê di êrîşa moşekî ya bi ser balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê de cî girtiye hatiye girtin.

Xanimî eşkera kir ku yek ji wan kesên ku hatiye girtin, beşdarê avêtina moşekan bo balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê ye û diyar kir, wan plan daniye ber xwe ku rê li ber êrîşên Herêma Kesk a Bexdayê bigirin.

Osman Xanimî da zanîn, li gel nûnerên dîplomatîk ên welatên din li Iraqê kar dikin ji bo parastina aramiya Bexdayê û got, çend planên armanc kirina Bexdayê jî hatiye têkbirin.

Xanimî daye xuyakirin ku hemahengiyek bilind li gel hêzên hevpeyman û NATO heye ji bo girtin û bê bandorkirina terorîstan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin