Serokwezîrê Iraqê ber bi Amerîkayê ve bi rê ket

Serokwezîrê Iraqê ber bi Amerîkayê ve bi rê ket

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ji bo beşdarbûna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ber bi New Yorkê ve bi rê ket, ku tê çaverêkirin li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump re mijarên wekî vekişîna hêzên hevpeymanan û kontrolkirina çekan gotûbêj bike.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Ofîsa Ragihandinê ya Serokê Encûmena Wezîran ve hatiye dayîn, Zeydî dê di axaftina xwe de helwestên fermî yên Îraqê yên derbarê qeyranên herêmî û navdewletî de eşkere bike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew ê di axaftinên xwe de girîngiyeke mezin bide ser mijarên wekî reformên aborî û parastina serweriya nîştimanî ya welêt.

Her wiha di çarçoveya van bernameyan de, tê payîn ku Zeydî bi şandeyên gelek welatên cuda re civîn û hevdîtinên dualî pêk bîne da ku têkiliyên dîplomatîk û hevkariyên herêmî xurtir bike.