Metranên Dêrên Mesîhî: Pêswazîya serkeftî ya Papa peyameke ji bo hemû cîhanê bû

Metranên Dêrên Mesîhî: Pêswazîya serkeftî ya Papa peyameke ji bo hemû cîhanê bû

PeyamaKurd – Metranên dêrên Hewlêrê û Hedyabê, ji ber pêşwaziya serkeftî ya bo serdana Papa Francis ya 7ê Adarê li Herêma Kurdistanê, bi peyamekê spasiya xwe li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kirin.

Serokê Esqufê Ebreşiya Kildanan li Hewlêrê Metran Beşar Mete Werde û Esqufê Hedyab yê Siryanên Catholic Metran Nesnaîl Seman di daxuyaniyekê de spasiya xwe nîşan ji bo rêkxistina merasîma pêşwaziyê û encamdana nimêje bikomî û qudasetê li Hewlêrê.

Di daxuyaniyekê de bal kişandin ser tîmêm wezaretan û amadekariyên pêşwext û gotin, ew pêşwazî û merasîm nîşana cîdiyetiya pêşwazîkirina li Papa bû.

Metranan destnîşan kir ku ew pêşwaziya serkeftî ya li Hewlêrê ji bo Papa hatiye kirin, peyamek ji hemû cîhanê re bû û nîşana rasteqîne ya pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên netewî û olî de bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin