Dêrên Mesîhîyên Kurdistanê spasiya Serok Barzanî kirin

Dêrên Mesîhîyên Kurdistanê spasiya Serok Barzanî kirin

PeyamaKurd – Dêrên mesîhiyên Herêma Kurdistanê, Esqufê (Qeşe) Ebreşiya (Dêr) ên Hewlêrê û Esqufê Ebreşiya Hedyab, bi sedema pêşwazîya germ li Papayê Vatîkanê Papa Francis kiriye spasiya Serok Mesûd Barzanî kirin.

Serokê Esqufê Ebreşiya Kildanan li Hewlêrê Metran Beşar Mete Werde û Esqufê Hedyab yê Siryanên Catholic Metran Nesnaîl Seman bi daxuyaniyekê spasiya Serok Barzanî kirin  û gotin: “Serok Barzanî wek parêzvanê tevahiya pêkhateyên netewî û olî di dema êrîşa DAIŞê de, wek birayekî pêşwazî li koçberan kir û deriyên Herêma Kurdistanê di rûyê de wan de vekirin.”

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşan kirin: “Ji ber qehremaniya hêza Pêşmerge, koçber karîn vegerin ser mal û milkên xwe û karîn navçe û perestegehên xwe jî avadan bikin.”

Papayê xrîstiyanên katalokên cîhanê Papa Francis 7ê Adara 2021an serdana Kurdistanê kiribû û ligel pêşwazîya bi heybet a serok û xelkê Kurdistanê, li stadyuma Franso Herîrî ya Hewlêrê jî ayîneke olî ya bi beşdariya deh hezar kesan birêve biribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin