Pistî 8 salên ser rewsa civaka Sûriyeyê

Pistî 8 salên ser rewsa civaka Sûriyeyê

PeyamaKurd – Piştî 8 salên şer amareke fermî ji aliyê saziyeke hikûmeta Sûriyê ve hatiye belavkirin, têde eşkere dibe ku hejmara herî zêde ya kuştiyan zilam bûne, ev jî bûye sedem ku niha hejmara jinan li Sûriyê ji hejmara zilaman zêdetir bûye.

Ev jî yek ji encamên şerê Sûriyê ye, ku heya niha ew şer berdewam dike û her serê demekê, tiştên ku berê nehatibûn dîtin û nehatibûn bihîstin li Sûriyê tên dîtin.

Li gor hûrgiliyên fermî yên ser bi hikûmeta Sûriyê, piştî 8 salên şer hejmara jinan ji ya mêran zêdetir bûye, evna di ragihandina serokê komîteya bilind a hilbijatinên îdareya xwecihî ya Sûriyê de diyar bû, herwiha li gor rojnameya El-Weten a nêzîkî hikûmetê piştî 8 salên şer li Sûriyê rêjeya jinan ji ya mêran zêdetir bûye.

Li gor ofîsa navendî ya serjimêriyê li Sûriyê niha hejmara hemwelatiyan 24 milyon û 422 hezar derbas kiriye. 19 Milyon li nav welat dijîn û 5 Milyon li derveyî welat in.

Serokê Komîteya Bilind a Hilbjartinên Xwecihî ya Sûriyê diyar dike ku 16 milyon û 349 hezar û 357 dengder hene. 8 milyon û 222 hezar û 701 dengdêrên jin in û 8 milyon û 126 hezar û 156 dengderên mêr in.

Li gor hûrgiliyên Neteweyên Yekbûyî û Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di 8 salên şer de li Sûriyê nêzîkî 300 hezar mêr hatin kuştin û nêzîkî 215 hezar mêrên girtî ku piraniya wan li ba hikûmetê ne, nediyar in. Lê li gor ofîsa navendî ya serjimêriyê li Sûriyê Sala 2017an 12 milyon û 481 hezar mêr li Sûriyê hebûn. Herwiha 11 milyon û 941 hezar jin jî li Sûriyê hebûn.

 

Li gor çavdêrên peywendîdar ev yek tê wê maneyê ku tu rastî di van hejmarên ku hikûmetê dane xuyakirin nîne li gor heman çavkaniyan, çimkî rêjeya jidayikbûnê li Sûriyê nêzîkî %3yane, di demekê de ku gelek navendên tomarkirina nifûsan li Sûriyê ji ber şerê navxweyî ji nav çûne û şewitîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin