PeyamaKurd- Rojnameyeke Tirkiyê îdda kir ku li Agiriyê li navçeya Bazîdê li gundê bi navê Yanyurtê, dikandarê gund ji aliyê PKKê ve hatiye kuştin.
Li gorî agahiyên rojnameyê, Wezîrê Karên Hundir yê Tirkiyê Sûleyman Soylu li ser vê bûyerê telefonî Hevseroka HDPê Pervin Buldan kiriye û tehdîd lê kiriye û jê gotiye “Vê carê CHP jî nikare we xilas bike, li wî gundî em kevir li ser kêvir nahêlin. Em ê wan terorîstan bigirin.”
Heta niha di derbarê bûyerê de û di derbarê vê nûçeyê de ji aliyê Pervin Buldan an jî Sûleyman Soylu ve ti daxuyanî nehatine dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin