Tehran: Em nahêlin Ajansa Enerjiya Atomê tesîsên me lekolîn bike

Tehran: Em nahêlin Ajansa Enerjiya Atomê tesîsên me lekolîn bike

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî got Tehran li Swîsreyê bi rêveberê giştî yê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) Rafael Grossi re hevdîtin nekir û plan nake rê bide ajansê ku tesîsên nukleerê yên Îranê yên zirardîtî lekolîn bike.

Beqayî anî ziman ku ji bo lekolînên  bi vî rengî tu protokol tune ne û got Îran dê erkên xwe yên heyî wek endameke Peymana Belavnekirina Çekên Nukleerî û di bin peymana ewlehiyê de bi Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî re bidomîne.