PeyamaKurd- Hat ragihandin ku kolalîsyona di bin serokatiya Siûdî Erebîstanê de Balafirgeha Hudeydeyê ya li Rojavayê Yemenê ji destê çekdarên şiiyan derxistiye.
Di derbarê bûyerê de çapemeniya Yemenê daxuyanî da û got ku hêzên Yemenê yên ku ji aliyê Siûdî Erebîstanê ve têne destekkirin, êrîşeke mezin birine ser Balafirgeha Hudeydeyê. Piştî êrîşê di navbera her du aliyan de şer derket û milîsên Husiyan ji balfirgehê vekişiyan. Niha qontrola balafirgehê bi tevahî ketiye destê hêzên koalîsyonê de.
Hat ragihandin ku teyareyên Apache li herêmê li ser banê avahiyan danîn û nîşangerên Husiyan hedef girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin