Osman Siban: Pistî êskenceyê em ji helîkopterê hatin avêtin

Osman Siban: Pistî êskenceyê em ji helîkopterê hatin avêtin

PeyamaKurd – Piştî 9 mehan, Osman Şibanê ku bi Servet Tûrgût re di 11ê Îlona 2020an de, li navçeya Şaxê ya Wanê ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve ji helîkopterê hatibû avêtin, axivî.

Şiban ku bi îdîaya ‘Endamê Rêxistinê’ lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve lê hatibû vekirin, îfade da.

Osman da zanîn, piştî ew û Servet Tûrgût hatin binçavkirin ew birin li ber helîkopterê û li wir bi dijwarî li wan dan.

Herwiha eşkere kir, Servet Tûrgût jî ji helîkopterê hate avêtin û ji ber wê Servet can da.

Osman Şiban çawaniya rêdana bûyerê wiha anî ziman:

“Li gel helîkopterê piştî ku leşkerekî pehîn li serê min da, ez ji ser hişê xwe ve çûm. Ji wir û şûn ve nayê bîra min. Min çavê xwe li nexweşxaneya bajarê Mêrsînê vekir.”

Şiban giliyê leşkerên ku êşkencê lê kirine kir.

Serdozgeriya bajarê Wanê jî, piştî ku îfadeya Şiban girt derbarê wî de biryara qedexeya derketina derveyî welat derxist û ew berda.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin