PeyamaKurd- Fermandarê hêzên deryayî yê Amerîkayê yê bi navê Sean Kido ragihand ku hefteya borî keştiya aîdê Japonan ku di Behra Ummanê de rastî êrîşê hatibû, bi mayînê hatiye teqandin. Mayîna ku di tankerê de hatiye bikaranîn û mayînên ku Îran çêdike, dirûvê wan li hev dixe. Kido pisporê teqemeniyên fîloya Amerîkayê ye. Kido got ku mayîna hatiye bikaranîn û mayîna ku di merasima derbasbûna leşkerî de ya li Tehranê hatiye bikaranîn ji heman tiştan çêbûne.
Rêvebirê şîrketa Japonyayê ragihandibû ku berya teqînê cismên ku difirin li dora keştiya bi navê "Kokuka Courageous" hatiye dîtin. Li ser vê beyanê Kido ragihand ku xesara gihaye tankêrê û gotina rêvebirê şîrketê li hev nanêre û ev yek nabe. Kido weha got:
“Mayina ku hatiye bikaranîn bi keştiyê ve zeliqiye û mayîn bi mayîna ku di merasima leşkerî de teqandibûn weka hevin.”
Kido ragihand ku şopa tiliyan yên ser keştiyê hatine sitendin û perçeyên keştiyê nîşanî çapemeniyê da.
Di dema ku serokwezîrê Japonyayê Abe Şinzo bo navbeynkariya Amerîka û Îranê çûbû Tehranê teqîn çêbû bû. Mayîna ku Kido jî behs dike her dirûvê wê ya teqîna Tehranê lihev dixe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin