Hêzên parastina sînor ên Îranê du kolberên Kurd birîndar kirin

Hêzên parastina sînor ên Îranê du kolberên Kurd birîndar kirin

PeyamaKurd – Hêzên parastina sînor ên Îranê, li bajarên Pîranşar û Bane yên Rojhilatê Kurdistanê, du kolber gulebaran kirin.

Li gor Malpera Mafê Mirovan Hengaw diyar kir, do hêzên parastina sînor yên Îranê, li devera Hengejal ya bajarê Bane, komek kolber dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrîşê de kolberek bi navê Basit Mihemedî, xelkê gundê Nenor yê Bane ji piyê xwe birîndar bû. Ew kolberê birîndar birin nexweşxaneya Bane.

Li bajarê Pîranşarê û li bilindahiyên Qendîl jî komek kolberên Kurd ji aliyê hêzên parastina sînor yên Îranê ve hatin gulebarankirin. Di wê êrşê de jî kolberek bi navê Hemîd Ehmedî birîndar bû.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin