CENTCOM: “Me êrîşekî sînordar bir ser hêzên Îranê yên mayînan diçînin”

CENTCOM: “Me êrîşekî sînordar bir ser hêzên Îranê yên mayînan diçînin”

PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Navendê ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku li hemberê hêzên Îranê yên ku mayînan li Tengava Hurmizê diçînin, operasyonekî sînordar kirine.

Di daxwuyaniya CENTCOMê de hat gotin ku ew êrîşekî sînordar kirine ser hêzên Îranê yên ku di Tengava Hurmizê de mayînan diçînin. CENTCOMê li ser operasyonê got:

“Rêvebiriya Washingtonê vê êrîşê ji bo parastina deryavanên sîvîl, keştiyên bazirganî û ji bo bazirganiya navdewletî bi rihetî bibe, kir.”

Artêşa Amerîkayê do bi şev 2 êrîşan biribû ser girava Larkê ya Îranê ku dikeve nêzî Tengava Hurmizê.