PeyamaKurd- Serdozgeriya Îsweçê doza kuştina serokwezîrê berê yê Îsweçê Olof Palme dimeşand lê sedemeka wisa nîşan da ku bi sedema sergumanbarê bûyerê ji ber ku di 2000an de miriye dosyayê bi dawî kir. Serokwezîrê Îsweçê Olof Palme di sala 1986an de, dema ji sînemayê derdiket hatibû kuştin û mixabin asayîşa Îsweçê nikaribû an nexwestibû ku bûyerê aşkera bike.
Serdozger Başsavcı Krister Petersson ragihand ku sergumanbar Stig Engström di sala 2000an de miriye û dosya bi dawî hatiye. Serdozger weha got:
“Kesê ku babeta me ye miriye. Lewra ez nikarim ti sûcekî bi bal wî de bidim. Min biryarê da ku ez dozê bi dawî bikim.”
Palme di 28ê Sibata 1986 de li Stockholmê, dema parastvanên wî ne pêre bûn, di kolanê de ji piştê ve lê dabûn û jina wî jî pêre bû. Li ser bûyerê îfadeyên 10 hezar kesan hatibûn girtin. Lê ew kesê ku lê dabû bi salaye nehat tesbît kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin