PeyamaKurd - Ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Enqerê, doznameyek nû li ser Hevserokê bere yê HDPê Selahedîn Demîrtaş hat amadekirin.
Li gor zanyariyan, Serdozgeriya Komarî ya Enqerê bo Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş, doznameyek amade kir, ku tê de 3 sal sizayê zindanê bo Demîrtaş tê xwestin.
Roja 7ê Çileya 2020an li Sîncana Enqerê rûniştineke dadgehkirina Selahedîn Demîrtaş bi rê ve çûbû û li gor zanyariyan dozgeriyê beşek ji gotinên Demîrtaş ên li ser Serdozgerê Komarî yê Enqerê Yuksel Kocaman de, wek sedema amadekirina vê doznama nû nîşan da.
Li gor gotina parêzer, Selahedîn Demîrtaş di parêznameya xwe ya wê rûniştinê de gotibû, “Hemû ew proseya deryasayî bi rêya Serdozgerê Komarî yê Enqerê Yuksel Kocaman bi rê ve diçe.”
Li ser vê bûyerê, Parêzerê Demîrtaş Mahsunî Karaman ji televîzyoneke Tirkiyê re diyar kir: “Bawer im ji van gotinan aciz bûne. Doz li ser parêznameya Demîrtaş jî vedikin. 2016an jî li ser parêznameya wî doz vekiribûn.”
Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş, ji sala 2016an ve li girtîgeha bajarê Edîrnê de ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin