Sancar: Planeke kaosê ya xirabtir heye, lê hêza ku pêsiya wê bigire jî heye

Sancar: Planeke kaosê ya xirabtir heye, lê hêza ku pêsiya wê bigire jî heye

PeyamaKurd - Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di bernameyeke televîzyonê de, behsa rewşa Tirkiyê, çareserkirina pirsa Kurd, zêdebûna zext û guvaşên li ser HDPê, doznameya girtinê, êrîşa li Îzmîrê û geşedanên dawî yên siyasî kir.

Sancar bal kişand ser êrîşa ser avahiya HDPê ya kuştina xebatkara partiyê Denîz Poyraz û hişyariya ‘planeke kaosê ya xerabtir’ da.

Mîthat Sancar got, “Daxwaza planeke kaosê ya xerabtir ji 7ê Hezîranê heta 1ê Mijdarê tê kirin. Lê tevî ku tê xwestin planeke kaosê bikeve dewrê jî ew hêz heye ku rê li ber wê planê bigire.”

Sancar li ser doznameya girtina HDPê ku Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê dozname wergirtibû û proseya lêkolînê li ser berdewam e diyar kir, “Her tişt li holê ye, gelo ne ev desthilat e ku xerabtirîn dijminkariyê li hemberî me dike?”

Hevserokê HDPê li ser hebûna pirsa Kurd got ku parlamento wek cihê herî medenî ye ji bo çareserkirina vê pirsê û tekez kir, girtina partiyên siyasî ku behsa çareseriyê dikin, tê wateya derkirina çareseriyê ya derveyî siyasetê.

Mîthat Sancar got, “Em li Tirkiyê tifaqa demokrasiyê dixwazin. Em dixwazin ev sîstema têkçûyî bê rawestandin û rûpeleke din bê vekirin. Em dixwazin rêyên diçin ji bo demokrasî, aştî, azadî û dadperweriya civakî bên vekirin. Em ji bo cîbicîkirina her tiştê di vê mijarê de amade n.”

Herwiha Sancar destnîşan kir, hemû gel û nasname temsîlyeta xwe di nav HDPê de dibînin û wiha pê de çû: “Em hewl didin li her devera Tirkiyê demokrasî, aştî, azadî û welatîtiya yeksan, cîbicî bikin. Partiya rasteqîn a Tirkiyê HDP ye, ev hizrek e. Em dê HDPê heta dawî biparêzin û nadin girtin. Baweriya me ya sereke, xwedîderketina gel û dengderan li partiya xwe ye. Kîjan biryar jî bê dayîn, em dê bi hevgirtina gel, rêya xwe berdewam bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin