Li Îranê teqînek din rû da

Li Îranê teqînek din rû da

PeyamaKurd - Li Îranê dîsa dengê teqîneke bihêz ji rojavayê Tehrana Paytexta Îranê hat bihîstin.

Li gor ajansa fermî ya Îranê IRIB, li wê devera dengê teqînê jê hatiye bihîstin, ceyran hatiye qutkirin, lê ti zanyarî di derbarê teqînê da nehatiye aşkerekirin.

Çend hefte berê, hin teqîn li derdora bingehên serbazî, atomî û pîşesazîyên Tehranê rû dabûn. Di teqîna dawîn, ku roja Sêşema borî rû da, dû kesan can dan.

Pêncşema borî jî teqînek mezin li jêrzemîna yeke ya Netenz ku navendeka meyandina yoranyomê ye rû da.

Herwiha li 26 meha borî û hefteya borî, dû teqînên din rû dan ku bûn sedema mirina 19 kesan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin