PeyamaKurd- Serokwezîra Almanya Angela Merkel got ku dê mafên Rûman li dijî Tirkiyê li Rojhilatê Behra Sipî biparêzin. Serokên Zîrwe ya Awrûpayê li Romanyayê, li bajarê Sibiuyê, bi awayeka ne fermî civiyan û di rojeva wan de mijareka herî girîng ew bû ku di navbera Tirkiyê û Kibrisa Rûman de pirsgirêka sondaja Rojhilata Behra Sipî bû.
Piştî civîna Zîrweyê serokwezîra Almanya Merkel derket pêşiya çapemeniyê û weha got:
"Anastasiadis ji me xwest ku dema bi Tirkiyê re temaseka germ çêbû, mafên wan yên li Kibrisê biparêzin. Em ê jî veya bikin.”
Di mijarê de serokwezîrê Yûnanistanê Aleksis Çipras got ku pirsgirêkên Kibrisê ne yên navbera her dû aliyane lê “mesela hemû Awrûpayê” ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin