PeyamaKurd- Serokê Rûsyayê Valdimir Putin ragihand ku di tiştên ku wan li Sûriyê xwestine di wan de biserketine. Putin got ku piştî wan dest bi têkoşîna li dijî terorê destpêkiriye, %90 axa Sûriyê ji mîlîtanan rizgar kirine. Putin ragihandina xwe piştî zîrweya BRICS ê ya li Brezîlyayê kir. Putin weha got:
“Piştî di rêyeka rewa de me destekê da hukumeta rewa ya Sûriyê, axa wê %90 ê wê rizgar kir û kir destê hukumetê. Armanca me ew mîlîtanên ku li Sûriyê perwerde bûne û tecrubeya wan heye, divê em rê li ber wan bigrin da nên Rûsyayê. Eger me %100 wezîfa xwe bicîh neanîbe, me %90 wezîfa xwe bi cîh aniye. Talûke heye ku temamên mîlîtanên dewletan ji Sûriyê derên û herin welatên xwe. Bi taybetî yên Awrûpayê. Bo Amerîkayê jî talûkeyeka weha heye. Temamê dewletan di talûkê de ne. Divê em qeweta xwe bikin yek.”
Putin got ku Amerîka li dijî terorê gelek xebatê kiriye û weha dewam kir:
“Divê mirov bêje û hem raste rast bêje. Para Trump jî tê de heye. Lê heya Rûsya nehatibû Sûriyê, hêzên koalisyonê lihev dişewişîn.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin