PeyamaKurd – Di wexta pêşengehekî ku li Ankara hatibû lidarxistin de, balyozê Rûsyayê yê Ankara Karlov tevlî pêşengehê bû bû, li pêşengehê ji aliyê kesekî de hatibû kuştin. Li ser doza Karlov di dozê de 28 kes rû bi rû an di xiyaba wan de biryar ji aliyê dadgeha Cezayê giran ya 2 yem ya Ankara de hat dayîn.
Pêşengeha ku tê de Karlov hatibû kuştin, wezîfedarê pêşengehê Hayreddin Aydınbaş û polîsê kevin Ramazan Yücel her yek 10 sal û 6 meh, hevjîna Şahin Söğüt Ayşe Söğüt û polêsê kevin Kaan Bülbül her yek 9 sal, polîsê kevin Hasan Tunç, Sercan Başer û Ufuk Gül bi sedema endamê FETÖ ne her yek 7 sal û 6 meh ceza sitendin.
Di dosyayê de Fethullah Gülen, Şerif Ali Tekalan û Emrullah Uslu û 3 firariyên din dosya wan hat veqetandin. Di derbarê Bilal Dereli, Doğukan Söylemez, Kadir Şamlı, Oğuzhan Öztürk, Sefa Kurnaz û Samet Kekeç de dadgeh biryara beraetê da.
Di vê dosya kuştina balyozê Rûsyayê Andrey Karlov de 5 kes bi cezayê muebbed, 7 kes ji 3 sal û 9 mehan heya 10 sal û 6 mehan cezayê zîndanê sitendin.
Şahin Söğüt, Ahmet Kılınçarslan û Salih Yılmaz her yek bi cezayê 2 cara muebbedê hatin cezakirin. Sûcê wan jî weka ‘hewldana rakirina nizama qanûnî ji ortê’ û ‘bi qesda terorê kuştina mirovan’ nin.
Kürşad Akalın jî bi sedema ‘hewldana rakirina nîzama qanûnî ji ortê’ cezayê müebbedê û ji ‘alîkariya kuştina mirovan ya bi qesdî’ 15 sal ceza sitend.
Piştî biryarê Rûsya ragihand ku ew di derbarê kesên kuştinê dane kirin û yên birêvebirine de agahiyên hûr xwestiye.
Rûsya bo encama darizandinê ragihand ku ew ji encamê razî ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin