PeyamaKurd- Li Tirkiyê bi sedema nexweşîna ketina bi koronavîrusê kesekî 61 salî jiyana xwe ji dest da. Wezîrê tenduristiyê Fahrettin Koca bûyerê ragihand ku got ku li Tirkiyê 93 nexweşên din jî çêbûne û bi tevahî jimara nexweşan gihaye 191 ê. Koca mijarê di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand û got:
“Nexweşê me yê 61 salî jiyana xwe ji dest da. Xwedê rehma xwe lê bike. Testên ku îro encam dan, nîşan didin ku divê tedbîr bên bicîhanîn. Me teşxîsa 93 nexweşan daniye û dest bi dermankirina wan kiriye. Jimara nexweşên me gihaye 191 kesî. Em bi hevre pêşî li ber nexweşînê bigrin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin