PeyamaKurd - Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya bi dehan siyasetmedar, akadîmisyen û mamosteyên zanîngehên navdewletî û erebî derbarê DAIŞê de konferanseke navdewletî birêve diçe. Konferansa derbarê DAIŞê dê wê sê rojan berdewam bike.
Navenda Rojava ya Lêkolînên Istratejîk (NRLS) li navçeya Amûdê bajarê Qamişlo li hola Beylesan yekem koneransa navneteweyî ya derbarê DAIŞê de (Rehend, Astengî û Sitratejiyên Rûbirbûnê) dest pê kir.
Nasr Osman from Shaitat tribe in Deir ar Zour says ISIS killed over 700 members of his tribe. He called on international court to bring ISIS perpetrators to justice #twitterkurds #ISISForum2019 pic.twitter.com/X5XddH5Y90
— Wladimir (@vvanwilgenburg) 6 Temmuz 2019
Li gorî agahiyên berdest, bi beşdariya bi dehan siyasetmedar, akadîmisyen û mamosteyên zanîngehên navdewletî û erebî û hejmarek ji qurbaniyên DAIŞê, îro yekem yekmîn konferansa navdewletî ya derbarê dîrok, jêdera aborî û li ser çi bîr û baweriyan DAIŞê hat avakirin, birêve diçe.
Endama Komîta Amadekar Axîn Xelîl li ser armancên vê konferansê ragihand, em dixwazin di vê konferansê de rastiyên DAIŞê û siyastiyên ku li dijî morvatiyê kirine ji kuştin, wêrankirin firotana jinan bên xuyakirin.
Herwiha dewletên pêwendiyên bi DAIŞê re kirine kî ne û hêzên weke HSD, YPG û YPJê ku li hember vê rêxistina terorê rawestiyane û şer kirine û ew têkbirinê bên naskirin.
Xelîl da zanîn jî, konferans wê 3 rojan berdewam bike û tê de panelên siyasî, yasayî, aborî û dîrokî dê birêve biçin û jig elek welatan kesên pispor tê de beşdar dibin.
The fourth speaker on the panel is Aljin Ibrahim from #Kobane. About the question of how to achieve justice for crimes committed by #ISIS she said: “We want them to be put on trial here.” #ISISForum2019 pic.twitter.com/3cEhELPEBx
— Amy Austin Holmes (@AmyAustinHolmes) 6 Temmuz 2019
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin