PeyamaKurd – Berdevkê Wezîrareta Derve ya Îranê Abbas Musawî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, ji bo rizgarkirina peymana nukleerî ya Amerîka jê vekişiyaye 60 roj mane ku Ewropa wê peymanê ji têkçûnê rizgar bike.
Musawî got ku êdî Îran ji bo Peymana Nukleerî ya 2015an ji xeynî heta meha Îlonê mohletê nade û got, ji bo rizgarkirina peymanê 60 roj li ber welatên ewropî ye ku îran êdî teklîfeke din nake.
Musawî herwiha diyar kir ku Îran ji bo gotûbêjan amade ye bi hevkarên ewropî re rûne û hêvî dike ew jî sozên xwe yên di çarçoveya peymanê de bicih werînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin