PeyamaKurd - Yaneya Barcelona ya La Lîgayê di werzê 2017-2018an de bi giştî 914 milyon euro dahat bi dest xist
Li gor daxuyaniya yaneya Bercelon ya îspanî, di werzê 2017-18an de 914 milyon euro dahat hatiye bi dest xistin ku ew yek jî rekorda dîrokî ya wê yaneyê ye.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ku bi tevê xerc, deyn û bacan ji vê dahatê 32 milyon euro kar ketiye sindoqa wê yaneyê.
Armanca Barcelonayê ew e ku di sala 2021an de milyarek euro dahat bi dest bixe û rêvebiriyê jî ev hedef erênî dît.
Barcelona di werzê 2017-2018ê de li La Lîgayê bibû şampiyon.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin