Li Xûzîstanê xwepêsandan dewam dikin: 1 hat kustin

Li Xûzîstanê xwepêsandan dewam dikin: 1 hat kustin

PeyamaKurd – Di xwepêşandanên eyaleta Xûzîstanê ya Îranê de kesekî dinê jî hat kuştin. Çend roje bi sedema nebûna avê û xizmetguzariyan li gelek deverên Îranê xwepêşandan tên kirin.

Do bi şev li nahiya Şadiganê ya bi ser bajarê Ehwazê xortek ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat kuştin û gelek kes jî birîndar bûn. Xortê do birîndar bûbû îro wefat kir. Berpirsên parêzgehê dibêjin ku guleya hêzên asayîşê nehatiye kuştin.

Berê jî di xwepêşandanan de xortekî hatibû kuştin. Xortê hatiye kuştin Mistefa Neîmawiye ye û yê din navê wî Qasim Xuzîrî Nasirî ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin