PeyamaKurd – Hat ragihandin ku seferên li balafirgehên navdewletî yên li Ebîlê û Silêmaniyê (Balafirgeha Celal Talabanî) dewam dikin lê tenê hinek şîrketên rêyên hewayî ji bo demekî seferên xwe dane rawestandin.
Do bi şev êrîşên hewayî kiribûn ser devera Silêmaniyê lê êrîş bandorê li seferên her dû balafirgehan nekiriye.
Rêvebirê balafirgeha navdewletî yê Erbîlê Ahmed Hoşyar, ji bo K24ê ragihandiye ku sefer normal dewam dikin û di bernama seferan de guherîn nebûye. Hoşyar ragihandiye ku do bi şev li dora 3 seetan balafir neçûne û nehatine lê ev ji ber ku di wan seetan de sefer nebûne çêbûye.
Li balafirgeha navdewletî ya Celal Talabanî ya Silêmaniyê sefer normal dewam dikin lê tenê hinek şîrket seferên xwe bo demkî rawestandine.
Li gor rêjeyên sîstema şopandinê û rêjeyên balafirgehan; şîrketên wekî Pegasus, Türk Hava Yolları (THY), AJet (AnadoluJet) û Royal Jordanian din av wan şîrketan de ne ku seferên xwe ji her dû terefan de betal kirine.