Parêzgerê Erbîlê Xoşnaw: Divê seferên navbera Erbîl û Diyarbekirê destpêbikin

Parêzgerê Erbîlê Xoşnaw: Divê seferên navbera Erbîl û Diyarbekirê destpêbikin

PeyamaKurd – Parêzgerê payîtexta Herêma Kurdistanê yê Erbîlê Umîd Xoşnaw û parêzgerê Duhokê Elî Teter ji bo tevlî foruma bi navê ‘Forûma azadî û aştiya civakî’ bibin, gihane Amedê.

Umîd Xoşnaw li Diyarbekirê di derbarê armanca seredana xwe, pêvajoya çareseriyê û pêwendiyên darayî de agahiyan da nûnerê Rûdawê Maşallah Dekak.

Xoşnaw got ku li ser navê hukumeta Herêma Kurdistanê tevlî forûmê dibin û got:

“Mijara aştiya civakî û azadî hem ji bo Bakûr û hem ji bo temamê herêmê girîngiya wê ya jiyanî heye. Em hêvî dikin ku pêvajoya aştiyê bi serheftin encam bide û milletê Kurd bigihê mafên xwe yên rewa.”

Xoşnaw, behsa seferên balafiran yên navbera Erbîl û Diyarbekirê kir û got ku li ser mijarê bi parêzgerê Diyarbekirê û balyozxana Tirkiyê re axifîne.

Xoşnav, got ji bo pêşdeçûna têkiliyên di seha çandê, bazirganî û aboriyê de, divê rêya hewayî hebe û ev daxwaz ya xelkê her dû terefaye.

Xoşnaw, her weha behsa têkiliyên aborî yên navbera her dû terefan kir û got gelek şîrketên ku navenda wan Tirkiye ye li Herêma Kurdistanê di sehayên cuda de xebatên xwe dewam dikin. Xoşnaw got ku ew naxwazin van têkiliyan zerarê bibînin û dixwazin têkilî bêhtir xwurt bibin.

Umîd Xoşnaw ragihand ku di çarçova seredana xwe de, wê bi nûnerên DEM Partî û AKPê re li Amedê bicivin. Ji bo pêkanîna çareseriya pirsgirêkan û rûniştina têkiliyên birayetiyê, diyalog pêwiste û xwest ku forûm bibe sedema aştiya mayînde û geşepêdanê.