PeyamaKurd- Li navenda Hekkariya û 4 navçeyên wê, 31 herêmên ewlekariyê hatin îlankirin. Li gor ragihandina parêzgehê hinek ji navenda bajêr, Çelê, Şamzîna û Geverê, ji sibê an ku ji 19 ê mehê ji nîvê şevê û pêde heya 2 yê meha sibatê siet 23.59an, li 31 deveran derketina derve hatiye qedexekirin.
Di beyanê de hat ragihandin ku çûna van deveran hatiye qedexekirin û eger mecbûriyetekî hemwelatiyan hebe, di bin kontrola polîs û cendirmeyan de dikarin bi îznê herin van deveran an ji deverê deran derên derve.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin