PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku ew li Sûriyê piştgiriya ti aliyekî siyasî nakin.
Lavrov li Konferansa Danûstandina Roma ya Derya Spî li ser pirsa piştevaniya Moskowê bo Beşar Esad got, “Me gelek caran eşkere kir ku em li Sûriyê piştevaniya ti kesayetê siyasî nakin. Em ji bo çareseriyê rêzê li biryara Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya Hezîrana 2012an a Cenevreyê re digirin ku li gor me mafê çarenivîsê yê gelê Sûriyê ye.”
Lavrov daxuyakirin, piştî çêkirina destûra nû û hilbijartinan dê gelê Sûriyê bi xwe biryara siyasetmedarên wan birêve bibe bide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin