PeyamaKurd – Li Kerkûkê, ji ber bi qaçaxî petrol vediguhestin, du kes hatin girtin.
Li gor Berdevkê polîsê Kerkûkê Amir Nûrî diyar kiriye, şeva borî polîsên petrolê li yek ji rêbendên bajarê Kerkûkê, du kamyon girtin ku bi qaçaxî petrol vediguhestin.
Amir Nûrî da zanîn, her kamyonekê 40 galon petrol bar kiribû û bi qaçaxî dibirin. Ji ber wê jî şofêrên wan hatin girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin