Ayetullahên Îranê rê nadin Rûhanî jinan bibe yarîgehan

Ayetullahên Îranê rê nadin Rûhanî jinan bibe yarîgehan

PeyamaKurd - Li Îranê nîqaşa çûna jinan bo yarîgehan didome û muhafezakarên li vî welatî hişyariyê dinin Serokkomar Hesen Rûhanî ku dev jê eşqê berde.

Yek ji merciên teqlîdê ku di nav Şiiyan de xwedî cihekî giring e Ayetullah Mekarîm Şîrazî, der barê çûna jinan bo yarîgehê de rexne li Rûhanî girt û daxwaz kir ku ew bi pirsgirêkên debara gel re mijûl bibe.

Şîrazî diyar kir ku divê hikûmet ji meseleyên binîqaş yên wek çûna jinan bo yarîgehê dûr bisekine û bi problemên bingehîn re elaqedar bibe.

Rûhanî go gotibû jin dikarin herin yarîgehê û ev ne li dijî qanûnan û şerîetê ye. Lê belê muhafezekar li dijî vê derdikevin û bi dadgeh, eskerî û rêyên din hişyariyê didinê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin