PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump û çend welatên din Serokê opozîsyonê û Serokê Meclîsa Netewî yê Venezuellayê Juan Guaido wekî serokê demkî yê welat nas kirin.
Piştî vê biryarê Serokê Venezuellayê Maduro biryar red kir û ji bo dîplomatkarên Amerîkayê terka Venezuellayê bikin 72 saet dem da wan.
Nicolas Maduro li paytext Caracasê li ber Koşka Serokatiyê ji Chavistan re axivî û ragihand, wan hemû pêwendiyên dîplomatîk ên bi Amerîkayê re qut kirine.
Li aliyê din Guaido jî bi mîtingekê li ber alîgirên xwe sonda seroktiyê xwar û bi awayekî demkî heta hilbijartinan dest bi posta seroktiya Venezuellayê kir.
Welatên wekî Kanada, Şili, Peru, Brezilya, Guatemala, Kolombiya û Paraguayê ligel Amerîkayê seroktiya Guaido nas kirin.
Herwiha welatên wekî, Rûsya û Tirkiyê jî dijî derketin û Maduro wekî serok nas dikin.
Wezîrê Bergiriyê yê Venezuellayê Vladimîr Padrîno ragihand ku ew seroktiya Guaidoyê hatiye ferzkirin nas nakin û diyar kir, ew dê di parastina destûrê û serweriya netewî de berdewam bin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin