Macaristan civîna ku wê biryara endamtiya Îsveçê ya NATOyê bida pas xist

Macaristan civîna ku wê biryara endamtiya Îsveçê ya NATOyê bida pas xist

PeyamaKurd – Dewleta Macaristanê civîna ku wê biryara endamtiya Îsveçê ya NATOyê bida û di 6ê meha temmûzê de bibûya paş xist. Civîna Macaristanê ma demsala payîzê. Parlementerê muxalefeta meclisa Macaristanê yê bi navê Agnes Vadai di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban û hukumeta wî plan nake ku endamtiya Îsveçê bixe ber dengdanê.

Civîna ku di derbarê endamtiya Îsveçê de bihata dayîn wê di 6 ê tîrmehê de li Brukselê bihata kirin. Di civînê de wê wezîrên karên derve yên Tirkiyê, Îsveç û Fînlandiyayê hebûna.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin