PeyamaKurd – Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban di nirxandina pakêtên alîkariyê yên nû yên YEyê de ku li dijî Rûsyayê alîkariyên xwe yên ji bo Ukraynayê didomîne diyar kir, ew ê vetokirina pakêta alîkariyê ya hevpar a 18 milyar euroyî ya ku Komîsyona YEyê plan dike di sala 2023an da pêşkêşî Ukraynayê bike bidomînin.
Serokwezîrê Macarîstanê Viktor Orban di daxuyaniya xwe de diyar kir, mueyîdeyên li dijî Rûsyayê YEyê yek milî jî nêzî armancên wê nekiriye.
"Em ê pakêta alîkariyê ya 18 milyar euroyî ya ji bo Ukraynayê veto bikin"
Orban di axaftina xwe ya heftane ya li Radyoya Dewleta Macaristanê Kossuth Radyoya Macarîstanê de destnîşan kir, welatên endam di çarçoveya peymana dualî de fikra alîkariya Ukraynayê diparêzin, ji ber vê yekê Komîsyona Yekîtiya Ewropî wê vetokirina pakêta alîkariyê ya 18 mîlyar euroyî ya ji bo Ukraynayê bidomîne.
Orban di daxuyaniya xwe de diyar kir, Macarîstan di prensîbê de piştgirî nade fikra girtina deynên hevpar ji welatên Yekîtiya Ewropayê û got, "Em naxwazin YE li şûna civaka hevkar, bibe civaka dewletên deyndar."
"Divê Macarîstan ji cezayan bê derxistin"
Herwiha Orban di daxuyaniya xwe de amaje bi sizayên Yekîtiya Ewropayê yên li ser Rûsyayê jî kir û got, eger YE sizayan li ser gaza sirûştî û enerjiya navokî bisepîne, ev yek wê ji bo Macarîstanê encamên giran derxe û ji ber wê jî divê welatê wî ji vê yekê bêpar bimîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin