PeyamaKurd - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bersiveke tund da daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li ser xwepêşandan û aloziyên li Fransayê. Macron got, “Gelo Trump ji Fransayê hez nake?”
Macron bal kişand ser gotinên Koşka Spî û diyar kir ku ew kesên di vê serdemê de bi xerabî behsa welatê wan dikin, di rastiyê de kesên ku ji Fransayê hez nakin in. Serokê Fransayê îdiayên derbarê "dagirkirina welat ji aliyê koçber û komên Îslamî ve" bi temamî red kirin û xwest ku hemû alî rastiya rewşê qebûl bikin.
Hêjayî gotinê ye, Donald Trump di mîtingeke hilbijartinê de rewşa li Fransayê weke propagandayê bi kar anî û îdia kir ku welat ji aliyê koçber û aliyên tundrew ve tê şewitandin.
Trump û Cîgirê wî JD Vance piştgiriya xwe ji bo Partiya Eniya Niştimanî (RN) a rastgira tundrew li Fransayê nîşan dan.