PeyamaKurd – Di Lutkeya Serokên welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) ya ‘Brexit û budçeya Herêma Euro’ de, mijara gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a operasyona ser Rojhilatê Firatê kete rojevê.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, di lutkeya ku Budçeya Herêma Euro ji aliyê 19 welatên endam ve hat erêkirin de got, li ser gefên Tirkiyê bang kir ku, "Divê li Sûriyê hedef DAIŞ be”.
Macron bêyî ku navê Erdogan bîne ziman got, “Me li lutkeyê rewşa Sûriyê nirxand. Em li ser anîna rojevê ya hin planên operasyona leşkerî ku bala hêzên hevpeymaniyê ji ser têkoşîna DAIŞê dibin aliyekî din, axivîn. Di vê qonaxê de ez bang dikim ku berê xwe bidin hedefa rastîn têkoşîna dijî DAIŞê.”
Macron herwiha diyar kir ku wan di civînê de gelek babetên navnetewî anîne rojevê û destnîşan kir, wan biryar wergirtiye dorpêçên YEyê yên li ser Rûsyayê berdewam bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin