PeyamaKurd – Di derbarê pirsgirêka Nagorno – Qarabaxê de, Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Serokê Rûsya Vladimir Putin, bi rêya telefonê guftûgo kirin.
Li gor zanyariyan, Macron û Putin biryar dane Ermenîstan û Azerbaycanê vegerînin ser danûstandinên berfireh.
Fransa û Rûsya tevî Amerîka di Koma Mînsk de ne ku ew kom hewil dide di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de navbeynkariyê bike.
Wezîrên Derve yên Ermenîstan û Azerbaycanê, dê roja Înê li Washington bi Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo re bicivin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin