Marco Rubio bi wezîrê karên derve yê Almanya re hevdîtin kir

Marco Rubio bi wezîrê karên derve yê Almanya re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Wezîrê kar û barên derve yê Amerîkayê ji bo li ser rewşa Rojhilata Navîn danûsitendinan bike seredana Almanya kir û bi wezîrê karên derve yê Almanya bi Johann Wadephul re civiya. Rubio di ser hesabê xwe yê Xê de behsa civînê kir û got:

“Ji bo em li ser rewşa Rojhilata Navîn biaxifin îro li Almanya bi wezîrê kar û barên derve yê Almanya Johann Wadephul re civiyam. Me biryardariya xwe ya ji bo Îran nebe xwediyê çekên nuklerî û çekên nuklerî pêş nexe, ragihand. Hem ji bo di bin sîwana NATO de barê heyî bê parvekirin û me pêdiviya aştiyekî mayînde di navbera Rûsya û Ûkrayna de, em bûn hemfikir.”