PeyamaKurd - Rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ragihand ku di rageşiya leşkerî ya bi Îranê re derbasî qonaxeke nû bûne. Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Marco Rubio li Qesra Spî di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir ku di şer de “qonaxa êrişê” bi dawî bûye û got, “Operasyon qediya. Weke ku Serok jî ji Kongreyê re ragihand, me ev qonax li pişt xwe hişt.”
Rubio anî ziman ku Washington êdî di “qonaxa parastinê” de ye û di vê çarçoveyê de operasyoneke nû ya bi navê “Projeya Azadiyê” ketiye dewrê ku ji aliyê Donald Trump ve hatiye ragihandin. Rubio diyar kir ku bi vê operasyonê tê xwestin ku alîkarî ji personelên wan keştiyan re bê dayin ku li Tengava Hurmuzê asê mane û îdîa kir ku ji ber Îranê ev rêya stratejîk girt 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Wezîrê DYA’yê ragihand ku hêzên Emerîkî wê yekser êrişê neke, lê belê eger bibin hedef wê “Bi rengekî kujer” bersivê bidin.
Li aliyê din Serokê DYA’yê Donald Trump heman rojê daxuyaniyek da û anî ziman ku operasyona eskorta ji bo keştiyan a di çarçoveya “Projeya Azadiyê” de dimeşînin bi rengekî demkî sekinandine. Trump destnîaşn kir ku di danûstandinên bi Îranê re “pêşketineke mezin” heye û ji bo lihevkirineke gengaz pêk were ev gav hatiye avêtin.
Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê daxuyanî da û got, “Ji bo bê dîtin ku peyman wê temam bibe, îmze bibe yan îmze nebe, operasyon ji bo demeke kurt wê bê rawestandin.” Hate ragihandin ku DYA dorpêça li ser bendergehên Îranê ji 13’ê Nîsanê û vir ve dewam dike.
Trump her wiha diyar kir ku biryara rawestandina operasyonê di serî de Pakistan li ser daxwaza hin welatan hatiye wergirtin.
Îranê jî ji bo zêdekirina kontrola li ser Tengava Hurmuzê gaveke nû avêt. Rêveberiya Tehranê ragihand ku ji bo keştiyên ji tengavê derbas bibin, sîstemeke nû ya trafîkê xistiye dewrê. Li gorî vê yekê, keştî beriya derbsa bibin wê ji Otorîteya Tengava Kendava Basrayê bi rêya e-mailê li ser pîvanên nûkirî agahiyê werbigirin û ji bo desturan transît jî wê neçar bimînin ku serlêdanê bikin. Li gorî medya dewletê ya Îranê sîstem “Di pratîkê de kete meriyetê.