Marco Rubio, Nikol Paşinyan pîroz kir

Marco Rubio, Nikol Paşinyan pîroz kir

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê DYAyê Marco Rubio, di ser hesabê xwe yê Xê de, serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan bi sedema di hilbijartinan de bi ser ket û car din bû serokwezîrê Ermenistanê, wî pîroz kir. Rubio got:

“DYA, piştevaniya serokwezîr Nikol Paşinyanê ku li pey aştiyêye dike û bi Ermenistanê re ye. Bicîhanîna Rêya Trump ya Navdewletî ya Aştiyê û Refahê di nav de, me biryarê daye ku em hedefên Zîrwa Aştiyê ya Washingtonê pêşde bibin. Em bende ne bi hevre bixebitin da em aştiyê, aramiyê û refahê bibin Başûrê Kafkasyayê û wêdetirê wê.”