PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte, berî Civîna Bilind a Serokên NATOyê ya ku dê di navbera 7-8ê Tîrmehê de li bajarê Enqereyê bê lidarxistin, li ser hesabê fermî yê torên civakî peyameke vîdyoyî parve kir.
Rutte di vîdyoya ku di bin sernavê "Em ber bi Enqereyê ve bi rê dikevin" de hat weşandin têde ragihand ku amadekariyên dawî hatine temamkirin û tevî tîm û berpirsên li navendê ber bi paytexta Tirkiyeyê ve hatine veguhastin daku di rojên Sêşem û Çarşemê de civîneke pir girîng encam bidin.
Sekreterê Giştî destnîşan kir ku di vê civîna lîderan de, zêdetirî 32 serokên dewlet û hikûmetan, di nav de Serokê Amerîkayê Donald Trump, amade dibin daku biryarên stratejîk ên li ser asayîşa navdewletî bên tomarkirin.
Mark Rutte di nirxandina xwe ya berî civînê de bal kişand ser biryarên ku sala borî li bajarê Laheyê hatibûn girtin û diyar kir ku armanca serekê ya vê civînê, bi cih anîna berpirsiyarî û sozên hatine dayîn e.
Rutte li ser warê aborî û darayî yê hevpeymaniyê rawesta û ragihand ku divê ew li ser plansaziyên pêbawer ên lêçûnên leşkerî gotûbêjan bikin û piştrast bin ku hemû welatên endam di xeta gihîştina armanca ji sedî 5 a budceya parastinê de ne.
Sekreterê Giştî di dawiya peyama xwe de tekez kir ku ev gav ji bo zêdekirina hilberîna pîşesaziyê û dabînkirina teva pêdiviyên serbaziya welatê Ukraynayê pir giring in, daku Ukrayna di şer de bihêz bimîne û dema ku danûstandinên aştiyê raste rast dest pê kirin, xwedî pozîsyoneke herî xurt a siyasî be daku pêşî li her cûre valahiya stratejîk bê girtin.