Pistî bi îskencê sehîdkirina Emîn Îsa, çekdarên PYDê ciwanekî din îskence kirin

Pistî bi îskencê sehîdkirina Emîn Îsa, çekdarên PYDê ciwanekî din îskence kirin

PeyamaKurd – Hat zanîn ku piştî revandin û bi îşkenceyê şehîdkirina ciwanê Kurd Emîn Îsa, asayîşa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ciwanekî din li Kobanê revand û ew îşkence kir.

Çalakvanê siyasî li Rojavayê Kurdistanê Usib Berkil ji BasNewsê re daye xuyakirin: “Çekdarên PYDê wek guvaşeke li dijî mayîna wî, çar roje Mihemed Silêmanî yê kurmamê min revandine. Ji ber ku wî rexne li îdareya PYDê kirine, kurmamê min hat revandin û bi awayê herî hovane ew îşkence kirine.”

Usib Berkil gotiye, çekdarên PYDê bi ava germ endamên mêraniya Mihemed Silêman şewitandine, derveyî lêdan û îşkenceyê jî, ji ber metirsiya mirina wî û ji bo windakirina şopên îşkencê kurmamê wî rakirine nexwaşxaneyê.

Usib Berkil daxwaz ji civaka navnetewî û rêxistinên mafê mirovan kir, pêdeçûnê li ser rewşa mafê mirov li girtîgeh û revandiyan û karên namirovî yên PYDê bikin.

Berkil amaje bi wê yekê jî kir, ku 6 meh berî naha çekdarên PYDê hemwelatiyekî kurd ê Minbicê ji ber kurê wî revandin û îşkence kirin.

27ê Hezîranê ciwanekî kurd ê bi navê Emîn Îsa yê dayîkbûyê 1986ê li gundê Bêrîkî yê Dirbesiya Rojavayê Kurdistanê li girtîgeha PYDê ya li Hesekê bi îşkenceyên giran jiyana xwe ji dest dabû û karvedaneke mezin di raya giştî de çêkiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin