PeyamaKurd- Meclisa Îranê, li ser sizayên ku ji bo xwepêşandêran bên sepandin, civiya û bi piraniya dengan biryarên tund hatin dayîn. Li gorî biryarên ku derketin pêş, hatiye gotin ku dê li kesekî/ê rehim neyê kirin.
Li gorî hat îdiakirin, Serokê Meclisa Şurayê ya Îslamî ya Îranê Muhammed Baqir Galibaf, CIA û Mosadê wekî rêxistina terorî ya IŞÎDê pênase kiriye ku dixwazin xwepêşandanan li tevliheviyeke mezin a navxweyî veguherînin.
Di dewama agahiyên hatin dayîn de hat diyarkirin ku meclisa ku ji 290 kesî pêk tê, bi destnîşana 227 parlamenteran biryarên hatine pêşkêşkirin, hatine qebûlkirin. Her wiha biryarên hatine dayîn jî bi rêya çapemeniya Îranê bi vî awayî hatine ragihandin:
“Em wekî nûnerên gel, saziyên yasayî û hemû rayedarên dewletê, dixwazin ku ji bo wan muharîbên ku wekî IŞÎDê qestî mal û canên xelkê dikin, sizayên pêwîst bên dayîn û ev siza jî di demeke zûtirîn de bên pêkanîn.”
Peyva ‘muharîb’ ku di bingeha xwe de xwedî wateya ‘şervan’ e, di dadgehên Îranê de wekî ‘dijminê/a Îslamê’ tê bikaranîn û yên ku bi vê peyvê tên darizandin, bi gelemperî bi sizayê darvekirinê tên sizadan.
Her wiha parlamenterên ku vê pexşanê destnîşan kirine, dane zanîn ku di vê sizadanê de dê li kesên ku li ser pergala jiyanê ya ewlehî, hezkirin û rûmeta gel dilîzin, rehim neyê nîşandan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin