Medvedev: Hebûna leşkerî ya NATOyê li Ûkraynayê 'Xeta Sor' a Rûsyayê ye

Dîroka Weşanê :
Medvedev: Hebûna leşkerî ya NATOyê li Ûkraynayê 'Xeta Sor' a Rûsyayê ye

PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê Dîmîtrî Medvedev, hişyariyeke tund da welatên Ewropî û NATOyê. Medvedev diyar kir ku Moskow tu carî qebûl nake ku yekîneyên leşkerî yên Rojavayî li ser axa Ûkraynayê werin bicihkirin.

Medvedev her wiha dîmenên êrîşa bi mûşeka balîstîk a "Oreşnîk" par ve kirin û destnîşan kir ku ev êrîş bersivek e ji bo hewildana sûîqesta li dijî Vladimîr Pûtîn a di dawiya Kanûna Pêşîn de.

Li gorî Moskowê, mûşeka Oreşnîk a ku leza wê dighîje 13 hezar kîlometreyan di saetê de, hedefên stratejîk li Ûkraynayê bi serkeftî lê dane.