Meloni peymana bergiriyê ya bi Îsraîlê re rawestand

Meloni peymana bergiriyê ya bi Îsraîlê re rawestand

PeyamaKurd – Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni, peymana Îtalyayê ya bi Îsraîlê re ku di mijara bergiriyê de heye, dema wexta peymanê dihat raste rast xwe nûh dikir lê hukumeta Meloni biryarê da û rawestand.

Di navbera her dû welatan de her diçe dijberî zêdetir dibe. Îtalya ji Îsraîlê re techîzadên leşkerî amade dike û parvekirina teknolojiyê dike. Meloni, di civîna çapemeniya li bajarê Veronayê de got:

“Hukumet di rewşa niha de biryarê da ku nûhkirina peymana bergiriyê ya bi Îsraîlê re rawestîne.”

Li gor ajansa Îtalyayê ANSAyê; wezîrê bergiriyê yê Îtalyayê Guido Crosetto nameya rawestandina peymana bergiriyê ya bi Îsraîlê re, ji hemkarê xwe yê Îsraîlî ji Israel Katz re şandiye.

Demekî dirêje ku rêxistinên civakê yên sîvîl yên Îtalyayê zorê didin ser hukumetê da têkiliyên xwe bi Îsraîlê re bibire.

Di şerê navbera Îsraîlê û Lubnanê de Îsraîlê gelekl caran li hêzên NY yên li Lubnanê (UNIFIL) xistiye. Di nav hêza UNIFILê de bi taybetî li leşkerên Îtalyayê û konwoyên wan xistiye lê gelek caran.

Her cara ku Îtalya di mijarê de hişyariyê daye Îsraîlê jî, ewweka xwe kiriye û hişyarkirina Îtalyayê nedaye ber çav.